Zerara bûyerên Iraqê ji 6 mîlyar dolarî derbas bû
PeyamaKurd- Berdevkê leşkerî yê serokwezîrê Iraqê yê Adil Abdulmehdî tûxgeneral Abdulkerîm Xalef ragihand ku zerara xwepêşandanên li dijî hukumeta Iraqê ji 6 mîlyar dolarî derbas bûye.
Xalef di civîna çapemeniyê ya li Bexdayê de ragihand ku ji 1 ê cotmehê heya niha, xwepêşandan bûne sedema kuştina 254 kesî û behsa zerara maddî ya bûyeran kir.
Xalef got ku li başûrê Iraqê mudaxeleya bi şîrketên petrolê û girtina rêyan gelek talûkeye. Lîmana herî mezin ya Basrayê ya bi navê Umm Qesrê ye û wê îznê nedin mudaxeleyên bi temamên şîrketên petrolê re. Lîmana UMM Qesr bo Iraqiyan deriyekî herî girînge û weha got:
“Niha alavên neqliyê yên ku pêdiviyên Iraqiyan yên rojane temîn dikin, nikarin di vî deriyê de herin û werin. Tevgerên aştiyane divê aboriya Iraqê ji xwe re nekin hedef. Bûyer heya niha bi hesêb maliyeta xwe ji 6 mîlyar dolarî derbas kir.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin