Awustralya ji bo kestiya binav a nukleerî 3 milyar dolar dide Brîtanyayê

22 March 2024 12:44 0 dîtin
Awustralya ji bo kestiya binav a nukleerî 3 milyar dolar dide Brîtanyayê

PeyamaKurd - Hikûmeta Awustralyayê ragihand ku di çarçoveya Peymana AUKUS ku wê Brîtanya ji bo piştgiriya çêkirina keştiyên binav ên xwedî çekên nukleerî ew ê 3 milyar dolar bide Brîtanyayê.

Wezîrê Parastinê yê Awûstralyayê Richard Marles û hevpayeyê wî yê Brîtanyayê Grant Shapps li Awûstralyayê hatin cem hev.

Aliyan ragihandin ku wê Awûstralya ji bo piştgiriya çêkirina keştiyên binavokî yên bi hêza nukleerî ew ê 3 milyar dolar bide Brîtanyayê.

Shapps got: "Bernameya keştiyên binavê biha ye lê pêwîst e. Divê welatên Ewropayê û yên dostên me di vê mijarê de veberhênanê bikin da ku dijminên me bibînin ku em di mijara ewlehiyê de cidî ne."