Babekir Zêbarî: “Herêma Kurdistanê ji bo Amerîka giring e û em jî li benda berdewambûna hevkariyê ne”

11 November 2024 12:30 0 dîtin
Babekir Zêbarî: “Herêma Kurdistanê ji bo Amerîka giring e û em jî li benda berdewambûna hevkariyê ne”

 

PeyamaKurd – Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê yê karûbarên leşkerî, behsa wê yekê dike ku Herêma Kurdistanê bûye herêmeke stratejîk a giring û ev nêrîna Amerîkayê jî giring e.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê yê karûbarên leşkerî Ferîq Babekir Zêbarî  ji BasNewsê re ragehandiye: “Li gel hilbijartinên Amerîkayê, hinek guherîn dê bên kirin û ew jî têkildarî Serokê Amerîkayê ye, ne ku têkildarî sîstema siyasî ya Amerîkayê ye, ji bo me hatina Trump ne nû û ji nişka ve ye, berê di serdema Trump de, rola pêşmergeyên qehreman a di rûbirûbûna bi DAIŞ û terorê de lîstiye û wan jî ew rol giring. dîtiye”

Herweha gotiye, “Pêgeha Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê pir giring e û ev erdnîgariya Kurdistanê jî ji bo Amerîkayê giring e, ji aliyekê ve Tirkiye, li aliyê din ve Îran, Iraq û Sûriyê ku Kurdistanê kariye siyaseteke hevseng li herêmê bimeşîne, di tu rewşê de Amerîka dest ji piştevaniya Kurdistanê bernede û Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê bûye stratejiyek, em jî li bende ne ku alîkarî û piştevaniya Amerîkayê ya ji bo hêzên Pêşmerge berdewam be û di asta wezareta berevaniya Amerîkayê de çend caran hatine agahdarkirin ku destxweşiya wan heye ji bo rola hêzên Pêşmerge.”