Bafil Talebanî: Kesê yasayan binpê bike di çi posta YNKê de be jî em ê bi tunditrîn sêweyî rûbirû wan bibin

18 October 2021 19:19 0 dîtin
Bafil Talebanî: Kesê yasayan binpê bike di çi posta YNKê de be jî em ê bi tunditrîn sêweyî rûbirû wan bibin

PeyamaKurd – Malbata karmendê ewlekariyê yê ji aliyê kurê endamekî serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) hatibû kuştin, serdana Hevserokê YNKê Bafil Talebanî kir.

Malbata Heval Mihemed Kakexan, karmendê ewlehiyê ku ji aliyê kurê endamê serkirdayetiya YNKê Hemesûr Dûşîwanî ve hatibû kuştin û heta niha kujer radestî polîs û dadgehê nehatiye kirin, roja Duşemê serdana Bafil Talebanî kir.

Bafil Talebanî piştî wê serdanê bi daxuyaniyekê ragihand, kuştina wî karmendî weke neheqîyek e û da zanîn ew karmendê ewlehiyê bi şêweyekî nemirovane hatiye qetilkirin. Bafil Talebanî gotiye, ew bi ti awayî piştgiriya ti tohmetbarekî nakin û rênadin ti kesekî yasayan binpê bike.

Talebanî herwiha hişyarî da berpirsên YNKê û ragihandiye: “Di nava YNKê de her kesekî di her postekê û berpirsiyariyekê de be û yasayan binpê bike, em ê bi tundtirîn şêweyê rûbûrûyî wan bibin û wan radestî desthilara dadweriyê bikin û nabe bi ti awayekî her kesek di ser yasayan re be û aramiya heyî ji nav bibe.”

Hêjayî gotinê ye, doh 17ê Cotmehê malbata Heval Mihemed Kakexan eşkere kiribû ku kurê Hemesûr Duşiwanî nehatiye radestkirin ji bo polis û dadgehê, lê dibe ew di destê asayîşê de ye.