Bakirhan: Ocalan xwe ji bangewaziyeke dîrokî re amade dike

04 February 2025 14:31 0 dîtin
Bakirhan: Ocalan xwe ji bangewaziyeke dîrokî re amade dike

PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê Partiya DEMê Tuncer Bakirhan ragihand ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan dê di rojên pêş de bangawaziyekê bike.

Bakirhan di civîna Koma Partiya DEMê de axivî û got, “Niha kar li qada Serokkomar Tayyîp Erdogan e û divê gavên pêbaweriyê bên avêtin.

Ez dixwazim li vir cara ewil tiştekî ku bi mehan e dewam dike û raya giştî ya Tirkiyeyê bi meraq li bendê ye bêjim. Birêz Ocalan xwe amade dike ku di rojên pêş de ji bo çareseriya radîkal û mayînde ya pirsgirêka Kurd û avakirina Tirkiyeya demokratîk bangeke dîrokî bike. Û ew ê di demek kin de vê bangê bike. Em ji çareseriyeke mayînde û radîkal re amade ne. Em jî girîngiyê didin banga dîrokî, em piştgiriyê didin wê û li pişt wê disekinin.

Em bang li hikûmetê dikin ku zemîna ku wê cidiyeta vê bangê xurttir bike û di çareseriya dîrokî de rola xwe bilîze. Ev pêvajo bi birêz Bahçelî weke hilgirê wê yê siyasî dewam kir. Lê Bahçelî ne serokê rêveberiyê ye. Niha her tişt di destê Erdogan de ye, kar di qada Erdogan de ye. Niha dema avêtina gavên demokratîk e. Çav û guhên bi milyonan li benda hatina demokrasî, edalet û azadiyê ne. Em hêvî dikin ku gavên vegerandina pêbaweriyê zû werin avêtin. Birêz Erdoğan ev firsendek e ku tu derbasî dîrokê bibî. Biwêre ku rojê xilas bike û li şûna rawestanê pêşerojê qezenc bike. Weke serokê rêveberekî wêrek bikeve dîrokê.”