Balafirên F-16 yên Iraqê êdî nikarin bifirin
PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Asmanî ya Iraqê ragihand ku piraniya balafirên şer ên Rûsî yên Iraqê ji kar ketine û 12 balafirên şer ên F-16 jî pirsgirêkên wan hene û nayên çêkirin.
Li gorî nûçeya BasNewsê, 4ê Tebaxê lijneya asayiş û berevaniya encûmena nûnerên Iraqê bi mêvandariya serfermandarê Iraqê û ferîqê yekem Ebdulemîr Yarula û fermandarê hêzên asmaniya Iraqê Şehab Cahid Elî civiya û di civînê de bi eşkereyî behsa rewşa hêzên asmaniya Iraqê û çend pirsen din hate kirin.
Fermandarê hêzên asmanî yê Iraqê di civînê de çend nepenî eşkere kirine ku ji 32 balafirên şer ên F-16 yên Iraqê ku ji Amerîkayê hatine kirîn, niha 12 ji wan ji kar ketine û xerabûne û bi ti awayekî kar nakin û pêwîstiya wan bi tamîrê heye.
Çavkaniyeke beşdarê civînê gotiye, fermandarê hêzên asmanî yê Iraqê diyar kiriye: “Ji aliyê darayî ve ew piştevanî tine ku bikarin balafirên ji kar ketî çêbikin.”
Heman çavkaniyê daye zanîn, ji derveyî balafirên şer ên cureya F-16, piraniya balafirên şer ên Rûsî yên artêşa Iraqê jî ji kar ketine û li gel hewldaneke pir zêde û şarazayên cuda cuda jî anîne ser wan balafiran, lê heta niha nekarîne wan balafiran çêbikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, sala borî di meha Tebaxê de tora Forbes a Amerîkayê di nûçeyekê de eşkere kir, gelek pirsgirêkên teknîkî yên balafirên şer ên F-16 yên Amerîkayê li Iraqê hene, ew pirsgirêk jî tenê di balafiran bixwe de nîne, herwiha di cureya moşekên wan de jî ku li gel balafiran dane Iraqê di wan de jî pirsgirêk heye. Ji bo wê jî nêrînek li Iraqê hebûye ku ew balafirên Amerîkayê, li gel balafirên şer ên cureya Rafael ên Fransî bên guhertin. Lê ti biryareke fermî ya di vê derbarê de nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin