Balafira Rûsya ket ser avahiya 9 qat û agir pê ket
PeyamaKurd – Li Rûsyayê li devera Krasnodarê li bajarê Yeyskê balafira şer ya Rûsyayê ya tîpa Su-34 ket ser avahiya 9 tebeqe. Balafir piştî bi hewa ket, agir bi motora wê ket û ket ser apartmanê. Di mijara jimara mirî û birîndaran de heya niha ti beyanekî nehat dayîn. Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê mijarê weha ragihand:
“Balafira Su-34 ji balafirgeha herêma başûr ya leşkerî bi hewa ket û piştî demekî bi şûnde ket bajarê Yeyskê.”
Ajotvanê balafirê xwe bi kursiyê avêtina bi hewayê ji balafirê avêtiye û sax rizgar bûye. Li gor rapora ajotvanê balafirê; piştî balafir bi hewa ketiye, agir bi motorekî balafirê ketiye û ji motorê agir bi depoya balafirê ketiye heya depo teqiyaye.
Piştî balafir ket ser avahiyê şewat derket û gelek tîmên îtfaiyê çûn ciyê bûyerê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin