Balafireke bêmirov a Tirkiyê li Amûdê otomobîlek bombe kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Duşemê balafireke bêmirov a Tirkiyê otomobîlek li gundewarê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku dorneke artêşa Tirkiyê îro otomobîleke leşkerî di navbera gundên Girê Mozan û Qerqûbê li başûrê rojhilatê Amûdê bi du moşekan kir armanc.
Li gorî agahiyên destpêkê ti ziyaneke canî çênebûye lê ji ber vê êrîşê têlên elektrîkê qut bûne.
11ê mehê jî, otomobîlek li ser riya M4 di navbera Qamişlo – Hesekê de ji aliyê hêzên asmanî yên Tirkiyê ve hatibû bombebarankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin