SÎHAya Tirkiyê li Amûdê otomobîlek bombe kir

21 July 2022 18:02 0 dîtin
SÎHAya Tirkiyê li Amûdê otomobîlek bombe kir

PeyamaKurd – Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, îro 21ê Tîrmehê balafireke bêmirov a bi çek (SÎHA-Drone) a Tirkiyê otomobîlek bombe kir.

Li gor agahiyên çavkaniyên herêmê, êrîş li gundê Qîra ku 50 kîlometre dikeve başûrê bajarê Amûdê hatiye kirin.

Çavkaniyên medya Rojavayê Kurdistanê dane xuyakirin SÎHAya Tirkiyê li gundê Qîra nêzî 50 km li başûrê navçeya Amûdê erebeyek hedef girtiye.

Derbarê zirarên êrîşê de, hîn ti agahî nehatine belavkirin.

Çav li rê ye, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayişa Rojavayê Kurdistanê) li ser wê êrîşê daxuyanî bide.