Balafirên Amerîkayê komên li Sûriyeyê bombebaran kirin

09 November 2023 11:02 0 dîtin
Balafirên Amerîkayê komên li Sûriyeyê bombebaran kirin

PeyamaKurd – Li ser fermana rasterast a Serokê Amerîkayê Joe Biden, du balafirên şer ên cureya F15 ên girêdayî Fermandariya Navendî ya Amerîkayê komên çekdar ên li Sûriyeyê bombebaran kirin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li rojhilatê Sûriyeyê li dijî tesîseke ku ji aliyê milîsên bi piştgiriya Îranê ve tê bikaranîn, êrîşeke hewayî pêk anî.

Wezîrê Berevaniyê Lloyd Austin ragihand, "êrîşa xweparastinê" weke tolhildana zêdekirina êrîşên li ser baregehên leşkerên Amerîkî yên li herêmê di hefteyên dawî de hatiye kirin.

Austin di daxuyaniya xwe ya roja Çarşemê (bi dema Amerîkayê) de ragihand ku, bi fermana Serokê Amerîkayê Joe Biden, baregehên komên çekdar ên ser bi Supaya Pasdaran a Îranê bûne armanca balafirên girêdayî hêzên Amerîkayê.

"Ew bersivek bû li ser êrîşên li ser hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyê"

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê di daxuyaniya xwe de got: "Êrîş ji aliyê du balafirên F15 ve li ser tesîseke ku weke tedbîreke xweparastinê weke depoya çekan tê bikaranîn hatiye kirin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, ev êrîş "bersiva êrîşên komên pasdarên Îranê yên li Iraq û Sûriyeyê yên li dijî hêzên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyeyê ye."