Balafirên Rûsî li Çiyayê Kurmênc komên çekdar bombebaran kirin

27 November 2020 17:09 0 dîtin
Balafirên Rûsî li Çiyayê Kurmênc komên çekdar bombebaran kirin

PeyamaKurd – Balafirên şer ên Rûsyayê li çiyayê Kurdan (Çiyayê Kurmênc) ê dikeve bakurê Laziqiyê ya Sûriyê, hêzên komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve bombebaran kir.

Hat diyarkirin ku balafirên rûsî piştî 15 rojan rawestandina êrîşan, careke din dest bi bombebarana bilindahiyên Kibanê yên li Çiyayê Kurdan kiriye û komên çekdar kirine armanc. Derbarê ziyanên bombebaranê de ti zanyarî nehatine bidestxistin.

Li aliyê din komên çekdar jî êrîşî hêzên hikûmeta Sûriyê li derdora bajarokê Afîs ê nêzîkî bajarokê Seraqib li başûrê Idlibê kirin û şerekî dijwar bi çekên giran di navbera herdu aliyan de derket.

Dîsa bi piştevaniya balafirên Rûsî, li bajarokên Kin-sferre, Sifohin, Fitîre, Bînîn û Riwêhe li başûrê Idlibê şer di navbera hêzên rejîmê û komên çekdar de rû da.