Balafirên Amerîkî rêgirî li 4 balafirên Rûsî kirin
PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Asmanî yên Bakur ên Amerîkayê (NORAD) ragihand ku li nêzîkî Alaskayê, balafirên wan rêgirî li 4 balafirên Rûsî yên deryavaniyê kiriye.
Li gorî daxuyaniya NORADê balafirên cureya F-22 Raptor ên Amerîkî li nêzîkî herêma Alaskayê firînên rêgiriyê li dijî balafirên cureya Tu-142 ên keşfê yên deryavaniya Rûsyayê kirine.
Herwiha hat gotin ku balafirên Rûsî heza 65 mîlan nêzîkî peravên Alaskayê bûne û bi qasî 8 saetan li wir mane.
Di nav salekê de 10 car çêdibe ku hêzên Rûsya û Amerîkayê têne beramberî hev.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin