Balafirên NATOyê rêgirî li balafirên Rûsî kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav 4 rojên dawî de, balafirên NATOyê yên li Deryaya Baltikê û Derya Reş çend caran ketine şopa balafirên rûsî û rêgirî li wan kirine.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Asmanî ya Rammstein a NATOyê ku li Almanyayê ye, balafirên NATOyê li Deryaya Baltikê û Deryaya Reş rê li ber balafirên Rûsyayê girtine û piştî diyarkirina nasnameyên wan bilez ji wan dûr ketine.
Herwiha hatiye diyarkirin ku ev karekî rûtîn e û nîşaneya amadebûna hêzên NATOyê bo destwerdana bilez e.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku balafirên rûsî yên rêgirî li wan hatiye kirin, qet nekarîne bikevin qada asmanî û ew destwerdan bi awayekî rûtîn û ewle hatiye encamdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin