Du balafirên Rûsî rêgirî li balafirên Amerîkî kirin

27 May 2020 20:12 0 dîtin
Du balafirên Rûsî rêgirî li balafirên Amerîkî kirin

PeyamaKurd - Artêşa Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand, di nava du mehan de ev sêyemîn car in ku balafirên şer ên Rûsyayê yên cureya Sukhoi-53 gerên balafirên keşfê yên Amerîkayê asteng dikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, her du balafirên Rûsyayê li Derya Spî li kêleka baskên balafirên keşfê bûn û heta 64 xulekan di bin baskên balafirê de man. 

Amerîkayê ev kiryarên Rûsyayê şermezar kirin û da zanîn, ev ne rêbazeke ewle ye ku rêwîtiya balafira Amerîkayê dixe xetereyê.

Di daxuyaniyê de bang li Rûsyayê hate kirin ku li gorî pîvanên navdewletî tevbigere.