Balafirên Tirkiyê 3 qezayên Basûrê Kurdistanê bombardiman kir

20 November 2019 18:17 0 dîtin
Balafirên Tirkiyê 3 qezayên Basûrê Kurdistanê bombardiman kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Çarşemê danê sibê balafirên şer ên Tirkiyê bi giranî çend deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê li 3 bajarokên girêdayî parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê bombebaran kirin.

Hat zanîn ku deverên hatine bombardiman kirin Pişder a Silêmaniyê û herdu qezayên Rewanduz û Çomanê yên parêzgeha Hewlêrê ne.

Li gorî zanyariyan, balafirên şer ên Tirkiyê li Rewanduzê li saet 10:30an dest bi bombebarankirina quntara çiyayê Karox kirine û bi çar moşekên bihêz sê cihên quntara çiye kirine armanc.

Herwiha piştî çiyayê Karoxê, navçeya Helemûn ku dikeve sînorê qezaya Rewanduzê û Raniye jî ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin.

Li aliyê din li sînorê qezaya Pişderê jî Gelî Bedran û Navdeşt hatine bombebarankirin.

Li Çomanê jî bajarokê Simîlanê hatiye bombebarankirin ku li saet 11:00an 9 caran devera Kopî Kone Korte hatiye bombebaran kirin.

Di encama bombebaranan de ti zirarên canî nehatine ragihandin, lê hat zanîn ku li sînorê çiyayê Karox û Kone Kotre, rez û bax û pûş şewitî ne.