Balafirgeha Sabiha Gökçen vedibe

09 May 2020 17:41 0 dîtin
Balafirgeha Sabiha Gökçen vedibe

PeyamaKurd- Li Îstenbolê li balafirgeha Sabiha Gökçenê xebateka zêde heye û wê amade dikin da di 28 ê gulanê de bê vekirin. Bi sedema berlêgirtina Kovid-19 ê balafirgeh hatibû girtin jê sefer nayên kirin. Rêvebirê termînalê Ersen Göral weha got:

“Eger rêvebiriya Tirkiyê jî îznê bide em plan dikin ku di 28 ê gulanê de dest bi seferên nav Tirkiyê bikin. Sektora hewageriyê derbeyeka mezin ji Kovid-19 ê xwar. Em ji 28 ê adarê de xebatê nakin û me dest bi tamîrata balafirgehê kiriye da bo 28 ê gulanê amade be.”

Rêvebiriya sîvîl ya hewayî hinek qaîdeyên nû daniye û bo sertîfîka Pandemiyê bistînin, temamê amadekariyên xwe kirine. Göral weha dewam kir:

“Wê ti kes bê maske nekeve balafirgehê. Kesên nêzî rêwiyan, wê nekevin nav termînalê. Bo nava balafirê wê tenê pêdiviyên bebekan, çentê dest yên jinan û laptop bên sitendin. Kolonya bi alkol ya miqdarê wê di bin 100 millilitre de dê bên qebûlkirin. Ti kes dê bê maske nexebite. Xebatkarên me berya dest bi xebatê bikin wê ji aliyê doktor de bên kontrolkirin. Maske wê ji 4 sietan carekî biguhire.”