Li balafirgeha Sabiha Gökçen ya Îstenbolê ser derket: 1 kustî û 2 birîndar hene

11 September 2024 21:21 0 dîtin
Li balafirgeha Sabiha Gökçen ya Îstenbolê ser derket: 1 kustî û 2 birîndar hene

PeyamaKurd – Li balafirgeha bajarê Îstenbol a Tirkiyê, li balafirgeha Sabiha Gökçenê, di navbera du grûbên ku pêşwaziya tûrîstan dikirin de pevçûn derket. Sedema pevçûnê; ji ber li ser berjewendiyên dahata tûrîstan bû ye.

Li ser dijberiyê, her dû grûb bi çekan li hev dixin û di encamê de kesê bi navê Süleyman Üzümcü hat kuştin û 2 kes birîndar bûn. Polîs tesbîta navên kesên ketin nav bûyerê kirin.

Her 2 kesên ku birîndar bûn û li nexweşxanê tedawiya wan dihat kirin, di nav wan de bi tevahî 9 kesan xistin binçav. Gumanbar înkar kirin ku şer kirine, mêr kuştine û gotin ku kesî birîndar nekirine.

7 gumanbaran birin edliyê da li wê derê jî derên hemberê dadger û 2 kesên li nexweşxanê birîndarin, dê paşî wan bibin edliyê.