THY, seferên balafirgeha Sabiha Gökçen ê da rawestandin

05 February 2020 23:37 0 dîtin
THY, seferên balafirgeha Sabiha Gökçen ê da rawestandin

PeyamaKurd- THY (Turk Hava Yolları=Turkish Airlines) bi sedema ku li balafirgeha Sabiha Gökçenê ya Îstenbolê,balafira şîrketeka taybet qeza kiribû û balafir bûbû 3 perçe, temamê seferên xwe betal kir. Li gor ragihandina çapemeniya THY yê, wê kengê sefer car din destpêbikin ne diyare û kesên ku dixwazin destpêkirina seferan hîn bibin, dikarin malpera THY yê bişopînin.

Di beyana THY de, bi sedema qeza balafira şîrketa taybet, xemgîniya xwe diyar kirine û ragihandine ku temamê seferên ji balafirxanê yên çûn û hatinê tev betal kirine.