Balyoza Amerîkayê: Em destekê didin yekbûna Pêsmerge
PeyamaKurd – Balyoza Amerîkayê ya Bexdayê Alina Romanowski ragihand ku Amerîka pêvajoya yekbûna Pêşmerge destek dike. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin li Hewlêrê civiyabûn û li ser hevdîtinê balyoza Amerîkayê ya Bexdayê Alina Romanowski di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku seredan bi armanca teyîda hevkariya Amerîka û Herêma Kurdistanê hat kirin.
Romanowski ragihand ku wê desteka wan ji bo Pêşmerge dewam bike û weha dewam kir:
“Amerîka ji bo têkbirina IŞID ê ya mayînde destekê dide Herêma Kurdistanê wezareta Pêşmerge ku yekîneyên xwe bikin yek û wan modernîze bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin