Banka Cîhanî bi raporekê hisyarî da: Qeyrana welatan kûrtir dibe

28 October 2022 10:04 0 dîtin
Banka Cîhanî bi raporekê hisyarî da: Qeyrana welatan kûrtir dibe

PeyamaKurd – Banka Cîhanî bi raporeke di derbarê paşketina bihayê diravên hinek welatan de hişyarî da û diyar kir, bilindbûna bihayên xurek û sotemeniyê, qeyrana welatan kûrtir dibe.

Li gor Banka Cîhanî di rapora xwe ya herî dawî de eşkere kiriye, bihayê piraniya alavên sereke bi Dolar e, loma ji ber metirsiyên ji paşketina aboriya cîhanê, niha bihayên wan daketiye.

Herwiha di raporê de hatiye eşkerekirin, ji destpêka şerê Rûsya û Ukraynayê ve heta meha borî, nirxê petrolê heta nêzîkî 6 Dolar daketiye, ku bi Dolar tê kirîn û firotin, lê belê aboriya welatên ku nû geşe dibin, ji ber bilindbûna bihayê Dolar, aboriya wan nêzîkî %60 daketiye.

Herî dawî hat ragihandin, di sê mehên yekem ên îsal de, rêjeya enflasyonê ji pêwîstiyên xurekê li navçeyên başûrê Asyayê nêzîkî ji sedî 20 daketiye, lê belê li hinek navçeyên din wek Amerîkaya Latîn û Rojhilata Navîn bihayên wan nêzîkî ji 15 zêde bûne.