Banka Navendî ya Tirkiyê vê carê faîz kêm nekir!
PeyamaKurd - Banka Navendî ya Tirkiyê, piştî civîna Lijneya Polîtîkayên Pereyan a Banka Navendî ya Tirkiyê, rêjeya faîzê eşkere kir û vê carê faîz kêm nekir.
Banka Navendî ya Tirkiyê, 16ê Kanûna 2021ê rêjeya faîzê ji %15an bo %14an kêm kiribû û piştî wê biryarê nirxê dolar li hember lîreyê tirkî bilind bûbû.
Di civîna îro 20ê Çile de hat ragihandin ku rêjeya faîzê wek %14 sabit dimîne.
Banka Navendî ya Tirkiyê li ser daxwaza Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji 21ê Cotmeha 2021an ve her meh rêjeya faîzê kêm dikir û ji ji sedî 18 heta 14%î daxistibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin