Baroya Diyarbekirê ji ber sansûrkirina Kurdî giliyê ATV û Esra Erol kir

15 December 2022 21:06 0 dîtin
Baroya Diyarbekirê ji ber sansûrkirina Kurdî giliyê ATV û Esra Erol kir

PeyamaKurd – Baroya Diyarbekirê giliyê pêşkeşvana ATVê Esra Erol li dadgehê kir ku di bernameya wê de gotinên Kurdî yên dayiyekê hatibûn sansûrkirin.

Baroya Diyarbekirê bi sedema ku di bernameya televîzyona ATV ya Esra Erol de cudaxwaziya ziman hatiye kirin, li dijî zimanê kurdî biçûkxistin, nîjadperestî, nefret û cihêkarî hatiye kirin, serlêdana sûc li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê kir.

Di gilînameyê de hatiye gotin, “Rasterast gel ji bo dijminatî û kînê hatiye sorkirin û sivaktî hatiye kirin.”

Jina bi navê Besîme ku demeke dirêj keça xwe nedîtibû, di bernameya “Esra Erol’ ya ATV de bi kurdî ji keça xwe re gotibû; “Kutkê (zarok) te hene. Qurbana te me. Keçka min" û dema ev axaftina bi kurdî dikir jî dengê wê hatibû birîn û berdewama axaftina wê jî hatibû sansûrkirin.

Baroya Diyarbekirê di gilînameyê de, peymanên navnetewî yên derheqê mafên mirovan û zimanê netewan de bibîr xistiye û gotiye, ‘mafê her miletekî ye ku di nava jiyana rojane de bi zimanê xwe biaxive, zimanê xwe hînî zarokên xwe bike û kesên di bernameyên televîzyonê de axaftina bi tirkî li keseke bi tirkî nizane ferz dike jî divê werin cezakirin.”

Herwiha hatiye xwestin ku derheqê gumanbaran de lêpirsîn were destpêkirin û ji bo cezakirinê jî doz bê vekirin.