Baroya Wanê dest bi dersên Kurdî kir
PeyamaKurd – Baroya (yekitiya parêzeran) Wanê, dest bi dersên Kurdî kir.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê malpera “vanekspres.com.tr” ve hatine belavkirin, bi beşdarbûna 110 parêzeran, kursa zimanî Kurdî ji aliyê Baroya Wanê ve hat vekirin.
Kurs ji 3 polan pêk hatiye û ders jî ji aliyê nivîskarê ferhenga hiqûqê ya Kurdî Sabir Ebdulahzade ve, hefteyê du rojan tê dayîn û wê salekê berdewam be.
Sabir Ebdulahzade diyar dike: “Parêzer bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin beşdarî dersan dibin. Di warê hiqûqê de pêdivî bi perwerdehiya Kurdî heye û divê parêzer xwe di vî warî de bipêş xînin. Ji bo parastina mafan pêwîst e pêştir mirov bi zimanê xelkê zanibe û ji bo parêzer ji muwekîlên xwe baş fêm bikin pêwîstiya pewerdehiyeke bi vî awayî heye.”
Berî demekê li Baroya Şirnexê jî kursa fêrbûna zimanê Kurdî hatibû destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin