Barzanî ji Netewên Yekgirtî û Encûmena Asayisê re nameyek sand
PeyamaKurd- Li gor ragihandina KDP.info- yê serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo sekreterê Neteweyên Hevgirtî baregeha li Iraqê ya bi navê UNAMI nameyek şand û di nameye de hin xalên sereke pêşniyar kir.
Di nav daxwazên Barzanî de ku ji sekreterê giştî yê Neteweyên Hevgirtî ji Antonio Guterres kiriye de; yek ji wan mijara Kerkûkê û navçeyên ku li ser wan arîşe hene. Barzanî ji sekreterê giştî dixwaze ku bi rêya şandeyê xwe yê taybet roleka esasî bileyîze û di navbera Hewlêr û Bexdayê de kêşeya maddeya 140 çareser bike.
Daxwazeka dinê ji UN ew e ku Netweyên HJevgirtî li Kurdistanê berpirsekî xwe deyne ku di asta cîgirê wî de be. Di mijara tayîna kesekî bo kar û barên mirovî bo Kurdistanê bê tayînkirin da ew ciyê ku ji sala 2015an de vala maye, bê dagirtin. Hetta Barzanî daxwaz dike ku bernameya mafên mirovî ya Neteweyên Hevgirtî ji Bexdayê bo Hewlêrê bê guhertin ji ber ku %90 awareyên Sûriyê û %60 awareyên Iraqê li herêma Kurdistanê ne.
Mijareka din ya daxwazê ji NH ew e ku federalîzma Kurdistanê paxav bêkirin an ku î’tîrafê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin