Mesrûr Barzanî: Roja Netewên Yekgirtî pîroz kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi daxuyaniyekê roja Netewên Yekgirtî pîroz kir û got, dîrokeke pir şanaz a Netewên Yekgirtî di alîkarîkirina Herêma Kurdistanê de heye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî do Duşemê di daxuyaniya xwe de roja Netewên Yekgirtî pîroz kir û bal kişand ser rola rêxistina navdewletî di alîkarîkirina gelê Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir, dîrokeke pir şazanî ya Neteweyên Yekbûyî di alîkarîkirina Kurdistanê de heye, dema ku di sala 1991ê de bi milyonan welatiyên Herêma Kurdistanê neçar bûn ku mal û halê xwe bi cih bihêlin û berê xwe dan çiyayan, Neteweyên Yekbûyî alîkariya herî mezin a mirovî di dîroka xwe ya 77 salî de pêşkêş kir. Herwiha di sala 1992yan de dema Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat damezrandin, Netewên Yekgirtî ji saziyên hikûmetê re, ji aliyê dabînkirina xurek, vegera zarokan ji bo dibistanan, dabînkirina dermanan ji bo nexweşxaneyan û tamîrkirina torên av û elektrîkê ve, alîkarî kir.
Di berdewamiya daxuyaniya de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi rola Netewên Yekgirtî ya bi dehan salên borî hatiye kirin derbarê alîkariyên berdewam ên ji bo dabînkirina seqamgîrî û asayîşê de li ser asta navdewletî kir.
Herî dawî Mesrûr Barzanî destnîşan kir, îro ji her dem zêdetir Hikûmeta Herêma Kurdistanê çaverêya zêdetir alîkariyên UNAMI ye. Herwiha berdewamiya alîkariyên siyasî, mirovî û teknîkî gelek girîng in, bi taybetî di navbera Hewlêr û Bexdayê de û di mijara alîkarîkirina awareyên Iraqê û penaberên Sûriyê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin