Bazirganekî maddeyên hisbir hat girtin

11 March 2022 14:57 0 dîtin
Bazirganekî maddeyên hisbir hat girtin

PeyamaKurd Bazirganekî maddeyên hişbir, li Minbicê ji aliyê Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat girtin. 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir: “Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan Pêncşemê 10ê Adarê bazirganekî maddeyên hişbir girtin.

Herwiha hat eşkerekirin, bi wî bazirganî re 221 hebên captagon û 26 hebên andetro hatin dîtin.

Di berdewamiyê de hat diyarkirin, dema lêpirsînê de sûcdar li xwe mikur hat ku ew li beramberî pereyan bazirganiya maddeyên hişbir dike. Li ser vê yekê ji dadgehê re hat veguhestin da ku were cezakirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Hêzên Ewlekariya Hundirîn wê operasyonên li dijî bazirganên narkotîkê û têkoşîna li dijî vê diyardeya neyinî, bidomîne.”