Polîsên Almanî karwaneke gelekî mezin a maddeyên hisbir girtin
PeyamaKurd – Polîsên Almanî bi operasyonekê, karwaneke gelekî mezin a maddeyên hişbir girtin.
Polîsê Almanî diyar kir, di operasyoneke mezin de cara ewil di dîroka Almanyayê de karwaneke gelek mezin a madeyên hişbir hat girtin.
Li gor polîsên Almanî eşkere kirin, hêzên wan di operasyonekê de dest danî ser 700 km madeyên hişbir ji cureya eroînê ya ku ji Îranê hatibû şandin.
Herwiha polîsê Almanî eşkere kir, destê spaha pasdaran ya Îranê li pişt şandina ev eroîna han de heye û heta niha 4 kes jî li ser vê mijarê hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin