Bazirganiya navbera Kurdistan û Tirkiyê gihaye 14 mîlyar dolarî

14 December 2019 02:00 0 dîtin
Bazirganiya navbera Kurdistan û Tirkiyê gihaye 14 mîlyar dolarî

PeyamaKurd- Li gor ragihandina Rûdawê ku rêjeyên hecma bazirganiyê ya navbera Kurdistan û Tirkiyê yê sala dawiyê ji deriyê gumrikê yê Îbrahîm Xelîlê sitendiye, gihaye 13 mîlyar dolarî. Di nav alavên bazirganî de yên ku herî zêde, di 2 mehên dawiyê de ketine bazara Kurdistanê berhemên kozmetîk in.

Hem di nav 2 mehên dawiyê de li ser sînor geştiyar zêde bûne. Hecmê bazirganiyê di mehên dawiyê de %20 zêdetir bûye.

Tiştên ku ji Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê têne şandin bo başûrê Kurdistanê, di serî de xida û di peyde eşyayên kozmetîkê ne.