Bennet car din hisyarî da welatiyên Îsraîlî yên li Tirkiyê û gef li Îranê xwar...
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett, careke din hişyarî da welatiyên xwe yên li Tirkiyê ji ber îhtimaya êrîşên Îranê û daxwaz ji wan kir bi taybet Stenbolê nekin.
Bennett got ku, ew hewlên êrîşên Îranê dişopînin û ew bibiryar in, beriya ku êrîş bên kirin, van êrîşan pûç bikin.
Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett îro Yekşemê di destpêka civîna heftane ya Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) de eşkere kir, heger Îsraîlî bêne armanckirin, dê Îran berpirs be û wiha pê de çû: “Em hewlên êrîşên Îranê yên li ser Îsraîliyên li deverên cuda cuda dişopînin. Hêzên Ewlekariya Îsraîlê hewl didin, beriya ku êrîş bên kirin, wan êrîşan ji nav bibin. Em niha kesên ku terorîstan dişînin, dikin armanc. Pîvana me ya nû ev e, kî teroristan bişîne, dê bacê bide.”
Bennet diyar kir: “Li aliyê din, me hişyarî daye welatiyên xwe ku serdana Tirkiyeyê, taybet Stenbolê nekin. Metirsî hê jî mezin e. Ez bang li welatiyên Îsraîlê dikim, bi berpirsiyarî tevbigerin û li tedbîrên xwe bistînin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, çend roj berê medya Îsraîlê ragihandibû ku êrîşeke tîma sûîqestê ya Îranê ku xwestiye welatiyekî Îsraîlî li Tirkiyî birevîne hatiye pûçkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin