Tirkiyê hisyarî da welatiyên xwe ku serdana du welatan nekin

26 February 2020 17:44 0 dîtin
Tirkiyê hisyarî da welatiyên xwe ku serdana du welatan nekin

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Tirkiyê bi sedema belavbûna nexweşîna vîrusa koronayê hişyarî da hemwelatiyên xwe ku serdana welatên Îtalya û Iraqê nekin.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê de, ji hemwelatiyê Tirkiyê tê xwestin heta mecbûrî nebe neçin herêmên Iraq û Îtalyayê yên ku lê vîrûsa koronayê heye.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê hatiye ragihandin, “Li Iraqê bûyerên vîrûsa koronayê ber bi belavbûnê ve diçe, di vê çarçoveyê de heta ku gelek pêwîst nebe, bila hemwelatiyên me serdana herêmên Iraqê yên ku lê vîrûsa kornayê heye nekin, eger herin jî bila xwe ji cihên ku bûyerên vîrûsa koronayê zêde bûne dûr bixin.”

Doh 25ê Sibatê balafireke Îranê ya ji Tehranê hatibû li Enqerê tevî 132 rêwî û 10 karmên wê ketibû bin çavdêriya vîrusa koronayê ku li gorî daxuyaniyên fermî, vîrus li ser kesekî ji wan nehatiye dîtin.