DYAyê ji bo çûna 19 welatan hisyarî da welatiyên xwe
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hişyarî da hemwelatiyên xwe ku neçin 19 welatên ku 6 ji wan Ereb in.
Di lîsta welatên di derbarê wan de hişyarî hatiye dayîn de Iraq jî heye.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya DYAyê de wiha hate gotin: "Em welatiyên xwe ji ber gefa terorê û metirsiya revandinê hişyar dikin ku neçin Iraq, Lîbya, Sûriye, Somalî, Yemen û Sûdanê."
Di lîsteyê de navên welatên wek Îran, Belarûs, Rûsya, Afganîstan, Koreya Bakur, Ûkrayna û Venezuela jî hene.
Koma çekdar a Iraqê Eniya Berxwedana Îslamî ku girêdayî Îranê tê dîtin, gefa destpêkirina hêrişan li ser hêz û berjewendiyên DYA yên li Iraqê xwaribû.
Komê bi daxuyaniyekê gotibû: "Ger Îsraîl, li dijî Lubnanê hêrişeke berfireh bide destpêkirin ew ê li dijî Îsraîl û hevalbendên wê dest bi hêrişan bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin