Tirkiyê ji bo Iraqê hisyarî da welatiyên xwe

14 July 2018 21:13 0 dîtin
Tirkiyê ji bo Iraqê hisyarî da welatiyên xwe

PeyamaKurd - Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê ji welatiyên li Iraqê xwest ku ji herêmên tevlihev dûr bisekinin.

Di daxuyaniya li ser malpera Wezaretê de hat diyarkirin ku protestoyên li dijî şert û mercên jiyanê yên ku li Besraya bajarê Iraqê dest pê kiribûn û paşê li Meysan, Zîqar, Necef, Kerbela û Bexdayê belav bûn ji nêz ve teqîb dikin.

Di daxuyaniyê da wiha hatiye: "Welatiyên me yên li wan bajaran dibê ji herêmên çalakî tên lidarxistin dûr bisekinin û ji bo geşedanan jî guh bidin hişyariyên Wezareta me û Balyozxaneya me ya Bexdayê."

Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dema hewce bike welatî dikarin bi nimareyên "00 964 790 190 94 06" û "00 964 771 233 90 23" yan jî telefonî Balyozxaneya Bexdayê bikin an jî bi nimareya "00 90 312 292 29 29"an telefonî Navenda Bangê ya Kosolosxaneyê bikin.