Berdevka Pentagonê: Em ê tinekirina DAISê bidomînin

29 May 2024 09:00 0 dîtin
Berdevka Pentagonê: Em ê tinekirina DAISê bidomînin

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh diyar kir ku derbarê operasyona muhtemel a Tirkiyeyê ya li dijî Rojava de ew ê bi hevkarên xwe re têkbirina rêxistina terorê ya DAIŞê bidomînin.

Berdevka Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Singh di civîna çapemeniyê de ji K24ê re derbarê operasyona hevbeş a Tirkiye û Sûriyê de wiha got:

“Em ê bi hevkarê xwe Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li vê herêmê tunekirina DAIŞê bidomînin.

Tevî ku DAIŞ di sala 2017an de li Iraqê û di sala 2019an de li Sûriyê hat têkbirin jî, "hucreyên wê yên razayî" hîn jî wek metirsî mane. Êrîşên çeteyên DAIŞê yên li dijî HSDê û hikûmeta Sûriyeyê dewam dikin.

HSDê zêdetirî 10 hezar endamên DAIŞê di 24 navendan de girtiye; Di nav wan de zêdetirî 2,000 welatiyên biyanî hene ku welatên wan red kirine ku wan vegerînin.

Rayedarên HSDê diyar kiribûn ku ew ê girtî bên darizandin. Lê belê, derbarê çawa û kengê de doz destpê bike, agahî neda.