Berdevkê koalîsyonê: “Wê alîkariya me bo Pêsmerge dewam dike”

03 January 2021 02:48 0 dîtin
Berdevkê koalîsyonê: “Wê alîkariya me bo Pêsmerge dewam dike”

PeyamaKurd – Berdevkê koalîsyona navdewletî albay Wayne Marotto, bi rêya bultena tv ya K24 ê behsa têkoşîna li dijî İŞİD ê û xebatên koalîsyonê yên sala 2020 an kir û got:

“Em di çarçoveya bernameyan de alîkariya hêzên Pêşmerge dikin. Di mijarê de Pentagon budçeyekî veqetandiye. Hem wezareta karên derve ya Amerîkayê desteka fînansî ya çekdarkirina li dijî İŞİD ê heye. Wê Amerîka bi sedam alavên leşkerî û tenduristiyê bigihîne hêzên Pêşmerge.

Koalîsyon di sala 2020 an de li Iraqê nêzî 590 êrîşên hewayî biriye ser İŞİDê, 378 İŞİD î hatine girtin, li Sûriyê 172 operasyon hatine kirin û 438 kes hatine girtin.

Wê İŞİD di sala 2021 ê de bo Iraq û Sûriyê bibe tehdîdeka mezin. Mezinahiya İŞİD ê û kaniyên wê yên maddî hatin bê bandorkirin lê kuştina mirovan û revandina mirovan dewam dike. Bi teknîkên cuda êrîşan dike. Êrîşê ser konwoyên lojîstîk yên koalîsyonê dike lê wezîfeya me ya ewilî parastina xelkê Iraqê ye.”