Berdevkê PDK ê: Em dixwazin di sîstema dewleta Iraqê de ji kokê guherîn bênkirin

30 September 2021 01:03 0 dîtin
Berdevkê PDK ê: Em dixwazin di sîstema dewleta Iraqê de ji kokê guherîn bênkirin

PeyamaKurd – Berdevkê PDK ê Mehmûd Mihemed ji bo ajansa Basnewsê ragihandiye ku PDK dixwaze di sîstema dewleta Iraqê de ji kokê guherîn bênkirin. Mihemed plan û projeyên PDK ê ji bo dahatûya Iraqê ragihand û got divê sîstema Iraqê ji bo îdarekirina pêkhateyên li welat yên weka Kurd, Ereb, Turkmen, Asûrî, Suryanî û Kildanî guherînên esasî bênkirin û divê van pêkhateyan xwe parêzvanên sîstemê bibînin.

Mihemed got ku ji bo pirsgirêkên ku ketine ser hev bila herkes bi sebir tevbigere û ji bo çareseriya wan, wê xebat bênkririn. Mihemed li ser Kerkûk û deverên din yên di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de weha got:

“Helbet ji bo çareseriya wan deveran plan û projeyên me hene. Ji xwe niha heyetên taybet yên Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo van deveran bikevin nav prosedura normal, di nav koordîunasyonekî de xebatên xwe dewam dikin.”