Berdevkê PDKê li ser îdiayên derbarê hilbijartina Baba Sêx de daxuyaniyek belav kir
PeyamaKurd - Berdevkê fermî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed, bi daxuyaniyekê pîrozbahî li hilbijartina Baba Şêx Elî Elyas kir û îdiayên ‘destwerdana PDKê di hilbijartina proseya Baba Şêxê Kurdên Êzidî de heye’ red kirin.
Di daxuyaniya berdevkê fermî yê PDKê de hat gotin:
“Em wek PDK dûr û nêzîk xwe peyvendiya me bi çawaniya dîyarkirina peywir û payeyên civakî û olî yên xwîşk ê birayên me yên kurdên ezdî tine. Em rêz li encamên civînên wan ên awayê helbijartina Babeşêx û biryarên wan digrin û hêviya serkeftinê bo wan dixwazin. Herwaha em piştrastin, ku Şingalî pir ji wê mezintir û şarazatir û zanatirin ku xelkekî biyanî hewldidin nakokî û dubendiyê nav wan de ava bikin û destwerdanê bikin di nav taybetmendiyên wan de û raboriya wan heye ku riswa kirina wan destwerdanan pêkanîne û yekrêziya xwe parastine.”
Mehmûd Mihemed da xuyakirin: “Mixabin dema borî de Mîr Tehsîn Beg koça dawî kir û piştî wî jî Babeşêx koçber bû. Diyare li gor kevneşopî û rêkarên xwe yên diyarkirina Mîr, pêwîste mîr nav malbata mîrên êzdiyan de bê hilbijartin û hilbijartin pêkhat û herwiha mîr bi hemahengiya li gel encûmena ruhaniya êzdiyan kesek nav malbata şêxên êzidî diyar dikin wek Babeşêx, ew jî bi heman awayî pêk hat.”
Berdevkê PDKê got, “Em baweriyê bi maf û azadiyên netewî, olî û mezhebî tînin, li gel wê jî em erkê xwe dibînin ku hewla zêdetir bidin bo kûrkirina wan bîr û baweriyan û bi kiryar jî di navxweyiya partiya me de ev yek peyrewê de cîh digre û me hewldaye li bername û plana çawaniya rêvebirin û desthilata herêma Kurdistanê û Iraqê de jî ew baweriya me reng bide.”
Berdevkê PDKê pîrozbahî li kurdên êzdî kir û wiha pê de çû: “Di vê rewşê de û niha li her demekî zêdetir hemwelatiyên me pêwîstiya wan bi yekgirtî û yekrêziyê heye. Taybet piştî karesata dilhejîn a Şingalê, ku mixabin DAIŞ tiştên di xeyalên wan ên hovane yên terorîstî de hebûn li dijî jin û zilam û zarok û serwet û dewlemendî ya xelkê serbilind ê Şingalê pêkanîn. Li hember wê jî Şingaliyan bi alîkariya Kurdistaniyên hemnetewîyên xwe û xelkê Şingalê û çiyayê Şingalê ve ew hovane riswa kirin. Herçend hin kes û alî hewldan wê serkeftinê ji rê derbixin jî lê serkeftî nebûn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin