Berhem Salih 46 karmendên YNKyî ji serokomariya Iraqê avêt
PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Berhem Salih ku ji lîsteya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) bû Serokomarê Iraqê, biryara dûrxistina ji kar a 46 karmendên YNKyî derxist.
Fermanberekî (karmend) ji kar hatiye avêtin li ser rûpela xwe ya facebookê belav kir ku ew li bendê bûn karê wan bibe fermî û herdemî, lê 46 karmend bi fermana serokomar ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan jî hin kesên ji grûba xiyanetkarên 16ê Cotmehê hatin danîn.
Karmendê bi navê Aso Qesab ku 4 sal in bi girêbest li Serokatiya Komarê kar dikir, daxwaz ji polîtburoya YNKê û Encûmena Navendî kir ku Berhem Salih wî vegerîne ser kar.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin