Berhem Salih xwe ji bo cara duyem kir namzedê serokomariya Iraqê

13 January 2022 17:07 0 dîtin
Berhem Salih xwe ji bo cara duyem kir namzedê serokomariya Iraqê

PeyamaKurd - Serokomerê niha yê Iraqê Berhem Salih ku ji pişka YNKê bûbû serokomarê Iraqê, ji bo cara duyem bibe serokomar bi fermî berbijêriya xwe ragihand. Doh jî Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî namzediya xwe ji bo postê Serokomariya Iraqê ragihandibû.

Çavkaniyeke ji Ofîsa Ragihandina Serokomarê Iraqê Berhem Salih ji medyayê re daye xuyakirin ku Salih careke din bûye namzedê posta Serokomariya Iraqê.

Sekreterê Giştî yê Parlamentoya Iraqê Sîrwan Sîrînî jî piştrast kiriye ku Berhema Salih bi fermî xwe ji bo posta Serokomariya Iraqê kiriye namzed ku îro Pêncşemê serdana parlamentoya Kurdistanê kiriye û forma xwe ya berbijêriyê tije kiriye.

Li gorî yasayên Iraqê divê Parlamentoya Iraqê di nava mehekê de deng li ser namzedan bide û serokomarê nû diyar bike.

Piştre jî Serokomar wê erkê pêkanîna kabîneya hikûmeta nû bide namzedê serokwezîriyê yê ku ji aliyê Şîeyan ve hatiye diyarkirin û ew jî divê di nava mehekê de kabîneya xwe pêşkêşî parlamentoyê bike.