Berhem Salih û Tayip Erdogan hevdîtinek pêk anîn

26 September 2019 12:57
Berhem Salih û Tayip Erdogan hevdîtinek pêk anîn

PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, hevdîtinek pêkanîn.

Civînên Komeleya Giştî ya netewên Yekbûyî (NY) li New Yorkê birêve diçin û di vê çarçovê de, îro, Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hevdîtinek encam dan.

Hevdîtina di navbera herdu serokomaran de, li hotela Penînsûla ku Erdogan lê dimîne, birêve çû û di civînê de jibilî peywendiyên dualî, pêşwatên dawîn ên li navçe û cîhanê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de, Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Hekîm, Nûnerê Iraqê li Netewên Yekbûyî Mihemed Husên Behr el Olum, Balyozê Iraqê yê li Washingtonê, Ferîd Yasîn, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Serokê Fermangeha Rêxistinan û Konferansên Navdewletî yê Wezareta Derve ya Iraqê Mihemed Ceifer Sedir amade bûn.

Herwiha di aliyê Tirkiyê de jî, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan, Serokê Îstîxbareta Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk û Parlamenterê AKPê yê Enqerê Alî Îhsan Arslan amade bûn.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih, li Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî (NY) îro gotarek pêşkêş kiribû. Berhem Salih, îro li hember Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî gotarek pêşkeş kir. Salih di gotara xwe de tekezî li ser şerê li dijî terora DAIŞê kir û daxwaza wekhevî û lihevhatina li herêmê kir.

Berhem Salih axaftina xwe bi kurdî bidawî anî û silavên xwe bo qurbaniyên rejîma berê ya dîktator a Iraqê û enfalkiriyên Kurd rê kirin.