Berî serdana Pelosî ya Taywanê tansîyon bilind bû: Artêsa Çînê ket rewsa amadebasiyê!
PeyamaKurd – Ji ber serdana Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî ku ev çend roj in bûye sedema nerazîbûna Çînê, hêzên leşkerî jî ketine tevgerê û tansîyon her diçe bilind dibe.
Li gorî nûçeyên medya cîhanê dibe ku îro 2yê Tebaxê Pelosî di çarçoveya serdana xwe ya welatên Asyayê de, bigihîje Taywanê û bi berpirsan re hevdîtinan bike.
Ev jî bûye sedem ku welatê Çînê ku Taywanê wekî parçeyekî xwe dibîne û serxwebûna wê nas nake, tevgera xwe ya leşkerî li sînorên Taywanê zêde bike.
Artêşa Çînê hişyarî daye ku heger Pelosî serdana Taywanê bike ew ê bersivê bidin û li gorî raportan artêşa Çînê hêzeke mezin jî li sînorên Taywanê bicih kiriye.
Wezareta Berevaniya Çînê ragihandiye: "Yên bi agir bileyîzin wê xwe bişewitînin. Em di wê baweriyê de ne ku aliyê Amerîka peyama bihêz a Çînê wergirtiye. Em rêgeha serdana Pelosî ji nêz ve dişopînin.”
Hêjayî gotinê ye, di demên dawî de piştî daxuyaniyên rêveberiya Amerîka yên piştevaniya Taywanê û hewldanên naskirina serxwebûna wê, di navbera Çîn, Taywana û Amerîkayê de li deryayên Asyayê krîzeke kûr derketiye ku metirsiya şer jî zêde bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin