Pelosî serdana Taywanê di bin gefên Çînê de bidawî kir

03 August 2022 14:27 0 dîtin
Pelosî serdana Taywanê di bin gefên Çînê de bidawî kir

PeyamaKurd – Serokê Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî û şanda ligel wê piştî serdana şeva borî ku bû ev demek e ji ber gef û bertekên Çînê rewş gihîştibû asta şer, îro 2yê Tebaxê bidawî bû û şanda Amerîkî li welatên din ên Asyayê serdana xwe dewam dike.

Tê çaverêkirin Pelosî gera xwe ya Asyayê bi serdanên Koreya Başûr û Japonyayê bidomîne.

Çînê di dema serdana Pelosî ya Taywanê de, dîmenên tetbîqatên leşkerî belav kirin û ew serdan wekî binpêkirina serweriya polîtîkaya yekparçebûna Çînê berteka tund nîşan da. Lê belê rêveberiya Taywanê, ev serdana ku Amerîkayê li ber gefên Çînê piştevaniya xwe diyar kir bi kêfxweşî pêşwazî kir û Pelosî jî xelat kir.

Balafira Pelosî tê de bû bi çavdêriya bi dehan balafirên şer ên Amerîkayê gihîştibû Taywanê û herwiha hêzên deryayî yên Amerîkayê jî li hember êrîşên Çînê di amadebaşiyê de bûn.

Nancy Pelosî piştî 25 salan yekem siyasetmedara Amerîkî ya asta bilind e ku serdana Taywanê dike. Herî dawî sala 1997an serokê Encûmena Nûneran ê wê demê yê Partiya Komarî Newt Gingrich serdana Taywanê kiribû.