Taywanê ji ber gefên dagirkirinê yên Çînê dema leskeriyê dirêj kir

27 December 2022 21:37 0 dîtin
Taywanê ji ber gefên dagirkirinê yên Çînê dema leskeriyê dirêj kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku welatê Taywanê ji ber gefên Çînê yên dagirkirinê, dema leşkeriyê ji 4 mehan bo salekê dirêj kir.

Seroka Taywanê Tsai Ing-wen eşkere kir ku ji ber hebûna gefên artêşa Çînê xebatên neçarî yên leşkerî heta 1ê Çileya 2024an hatine dirêjkirin ku ev tê wateya ji 4 mehan bo salekê dirêjkirina leşkeriya neçarî.
Çîn girava Taywanê wekî parçeyekî xwe dibîne û destwerdan û piştgiriya Amerîkayê bo Taywanê jî red dike û wekî destwerdana karûbarên naxwe dibîne.

Çend meh berê Seroka Encûmena Nûnerên Amerîkayê Nancy Pelosî serdaneke piştgiriyê bo Taywanê kiribû ku Çînê bertekên tund nîşan dabûn û hêzên xwe li dor Taywanê zêde kiribûn.

Seroka Taywanê Tsai Ing-wen di civîneke rojnamevanî de da zanîn ku biryara dirêjkirina leşkeriyê li ser gefên dagirkirinê yên Çînê hatiye wergirtin û got: “Heta ku Taywan têra xwe bihêz be, wê bibe navenda demokrasî û azadiyê li seranserê cîhanê û wê nebe qada şer.”