Bi sedema ji bo Çînê îstîxbaratê dane hev, Taywanê 5 kesan xist binçav
PeyamaKurd – Li Taywanê 5 kesên ku berê leşker bûne û di nava wan de perwerdekarê leystika diabolo Lu Chi-hsien jî heye, bi temamî 5 kes, bi sedema ku li ser navê Çînê îstîxbaratê dicivînin û leşkerên xaneşîn digrin kar, rêvebiriya Taywanê wan xist binçav.
Li gor ajansa Taywanê ya bi navê CNAyê; seredozgeriya herêma Taipei ragihandiye ku serokê casûsan Lu di Nîsana sala 2022an de ji aliyê rêxistina îstîxbarata Çînê de girtine kar û piştî dageriyaye Taywanê toreka îstîxbaratê ji xwe re ava kiriye, xaneşînên aktif li dora xwe kom kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin