Beriya hilbijartina sibê biryarek ecêb ji Twitterê!
PeyamaKurd – Beriya hilbijartinê rojekê Twitterê ragihand, li gorî biryarên dadgehan li Tirkiyê gihandina hin naverokan asteng kiriye.
Beriya hilbijartinên sibê bên kirin, ji şîrketa medyaya civakî ya Twitterê daxuyaniyeke balkêş hat. Twitterê ragihand ku ji bo hilbijartinên sibê wê hin naverok bi sînor bin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê hesabê Têkiliyên Hikûmetê yên Cîhanê yê Twîtterê ve hat dayîn de, hat destnîşankirin ku ev pêngav li hemberî biryarên dadgehê ye û armanca wê ew e ku platform li Tirkiyeyê bimîne.
Di daxuyaniye de hat diyarkirin ku naverok li gelemperiya dinyaye bi destxistine.
Li vir şirove ye:
“Li gorî biryarên dadgehê yên di derbarê astengkirina gihandina Twitterê de û ji bo ku Twitter ji bo karanîna li Tirkiyê bimîne, me gihandina hin naverokên li Tirkiyê asteng kir.
Di çarçoveya polîtîkayên xwe de, me xwediyên hesabên eleqedar li ser van kiryaran agahdar kiriye. Naveroka astengkirî wê li seranserê cîhanê berdewam bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin