Beriya niha bi 30 salan herêma aram û dijefirînê li Basûrê Kurdistanê hat ragihandin

05 April 2021 12:59 0 dîtin
Beriya niha bi 30 salan herêma aram û dijefirînê li Basûrê Kurdistanê hat ragihandin

PeyamaKurd – Beriya niha bi 30 salan, bi biryara 688 a Encûmena Asayişa Navdewletî, herêma aram û dijefirînê li Başûrê Kurdistanê hat ragihandin û Kurd ji êrîşên rêjîma Beis a Iraqê ya rûxandî hat parastin.

Piştî bi dawîbûna şerê Kendavê yê duyem di sala 1991an de, Amerîka û Brîtanyaya di her du salên 1991 û 1992an de, li Iraqê herêma aram ragihandin û weke herêma dijî balafirên li bakur û başûrê Iraqê hate nasîn û ev jî ji bo parastina Kurd û Şîayan ji zulma Bexdayê.

Her çend her yek ji Rûsya û Çînê li dijî biryara hejmara 688 a Encûmena Asayişa Navdewletî bû, lê piştî birgeyek lê hate zêdekirin ku tê de hat: “Nabe bi tu awayekî destêwerdan di karûbarên Iraqê yên navxweyî were kirin” wan nermî li hember vê biryarê dan xuyakirin.

Di destpêka Nîsana 1991an de, Fransayê projebiryarek pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî kir û tê de daxwaz kir, komkujiya Iraqê ya li dijî gelê Kurd şermezar bike, ku ji ber di dema şerê kendavê de serî hilda û gelê Kurd dest bi raperînê kir. Ev yek bû sedema ku di 5ê heman mehê de, biryara 688 ji aliyê Encumena Asayişa Navdewletî ve were derxistin. Di biryarê de bang li Iraqê hate kirin, da ku dest ji kuştina Kurdan berde û rêzê li mafên mirovan bigire. Daxwaz jî ji sazî û rêxistinên hawarçûnê yên Neteweyên Yekgirtî kir, ji bo alîkariya koçberan bikin ku ji ber zilma rejîmê nêzî milyonek Kurdên Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Îranê û Tirkiyê û koçber bûn.

Herwiha daxwaz ji Iraqê kir, rê bide sazî û rêxistinên mirovî yên Neteweyên Yekgirtî bi azadiyeke temam alîkariyan bigîhin her cihekî pêwîstiya wan bi alîkariyê hebe.

Piştî biryar ji aliyê Encûmena Asayişa Navdewletî hat derxistin, her yek ji Fransa, Brîtanya û Amerîka di navbera 17 û 23 Nîsana 1991an de, bi hêzê herêma aram, bi kûrahiya 15 kîlometran li Başûrê Kurdistanê ji sînorê Tirkiyê ve û li geliyê çemê Dicle jî bi kûrahiya 40 kîlometran û dirêjahiya 60 kîlometran ragihand ku dike 2400 kîlometran çargoşe. Herwiha firînên Iraqê yên li wê herêmê ji xeta 36. a Bakura ve hatin qedexekirin û çavdêriya wê herêma dijefirînê ji binkeya leşkerî ya Incirlîkê ve hate kirin.

Her yek ji Washington û hevbendên wê bo ragihandina herêma aram pişt bi biryara hejmara 688 ya Encûmena Asayişa Navdewletî girêda. Her çend e biryar daye ku divê serweriya Iraqê were parastin û ev yek jî piştgîriyeke bihêz bo Amerîka û hevbendên wê bo parastina Kurd û Şîeyan biparêzin, ji ber vê yekê biryara bi hejmara 687 hatiye derxistin û bû bingeheke cîgir ji bo biryara berê.

Bi ragihandina deverên dijefirînê re, bandoreke mezin li ser Iraqê dirust bû ku bû sedema nehîştina desthilata rejîma berê ya Bexda li ser wan deveran û derfeteka guncayî bo pêkhateyên Iraqê çêbû, ji bo daxwaza mafên xwe bêdeng nebin û bi taybetî jî Kurd.

Ev jî bûye sedema qeyraneke mezin di karînên aborî û leşkerî yên Iraqê de û heta niha gelek çavdêr û pisporên qada leşkerî û siyasî li seranser cîhanê di wê baweriyê de ne, xala dabeşkirina Iraqê bi ser sê welatan de ji wê demê ve dest pê kiriye.

Di bîranîna 30 saliya biryara 688an ya Encûmena Asayişa Navdewletî ya diyarkirina herêma dijefirînê li Herêma Kurdistanê de, roja 8ê Nîsanê bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, çalakiyeke taybet bi hevkariya rayedarên berê û niha yên Hikûmeta Brîtaniyayê û koma Kurdistanê li Parlementoya Brîtanyayê bi rêya vîdyokonferansê ve tê lidarxistin.