Berpirsê Asayîsa Hewlêrê: Xazî Salih ji aliyê PKKê ve hatiye kustin
PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Asayişa Hewlêrê aliyê ku Berpirsê Asayişa Deriyê Sînorî yê Serzêrê Xazî Salih Alîxan kuştiye aşkere kir.
Rêveberiya Giştî ya Asayişa Hewlêrê 10ê Cotmehê bi daxuyaniyekê eşkere kir, êvara 8ê Cotmeha 2020an, Berpirsê Asayîşa Deriyê Sînorî yê Serzêrê, Xazî Salih Alîxan li gundê Bêgdawda bi destekî reş hatiye terorkirin.
Rêveberiya Giştî ya Asayişa Hewlêrê tekez kir, “Piştî lêkolîna hûr û berfireh, derket ku ew ji aliyê PKKê ve hatiye terorkirin û pêştir jî bi awayekî rasterast û ne rasterast gefa terorkirinê lê xwaribû.”
Rêveberiya Giştî ya Asayişa Hewlêrê di daxuyaniya de ragihandin, ji bilî ku serxweşiyê û hevxemiya xwe ji malbat û kesûkarê şehîd Xazî Salih Alîxan re radigihînin, bi tundî vî karê teroristî û tirsnak şermezar dikin û radigihînin ku ev kiryara terorist bê bersiv namîne.
Rêveberiya Giştî ya Asayişa Hewlêrê daxwaz ji hevniştimanî û xelkê dilsoz ê Herêma Kurdistanê kir, di asta vî karî terorîstî de, helwesta xwe nîşan bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin