Berpirsê PDKê li devera Mexmûrê: Tevgera DAISê zêde bûye
PeyamaKurd - Berpirsê PDKê li devera Mexmûrê Kirmanc Ebdulah ragihand ku ev demek e ku Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîka balafirên xwe naşînin ser Mexmûrê ji bo lêdana DAIŞê, ji ber wê jî tevgera terorîstên DAIŞê zêde bûye û dest bi karên terorîstî bikin, û Heşda Şeibî jî li navçeyê mijûlî dizîna petrolê û bazirganiyê ye û guh nadin rewşa ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî.
Kirmanc Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya niha balafirên Hevpeymanan berdewam li cih û navendên DAIŞê li sînorê Mexmûrê didan, lê ev demek e ku ew balafir nayên ser Mexmûrê û DAIŞê nadin, loma jî tevgera DAIŞê pir zêde bûye û dest bi çalakiyan kirine. Beriya 2 rojan bobeyek danîbûn û teqiya û di encamê de kesek bû qurbanî.”
Ebdulah wiha got: “Valahiyeke ewlehî çêbûye û çareser ew e ku Hêzên Pêşmerge vegerin navçeyên Kurdistanî û wê valahiya ewlehî tije bikin. Xelkê wan navçeyan jî dê alîkariya Pêşmerge bikin û dê li dijî DAIŞê bin, ji ber ku gelekî baweriya wan bi Hêzên Pêşmerge heye.”
Wî berpirsê PDKê wiha domand: “DAIŞ dîsa derketiye ji ber 2 sedeman. Yekem ew e ku hêzên ku li vê navçeyê bicîh bûne ne xelkê navçeyê ne û nikarin xelkê biparêzin. Yan din jî ew e ku baweriya xelkê bi van hêzan nayê û alîkariya wan nakin, lewma roj bo roj tevgera DAIŞê zêdetir dibe. Heşda Şeibî jî li navçeyê mijûlî dizîna petrolê û karê bazirganî ye û herwiha pereyan ji xelkê distînin û bi zorê gumrikê ji xelkê distînin, loma jî xelkê nas kiriye ku ew nehatin parastina wan bikin, lê belê ji bo meramên xwe hatine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin