Bersiva 'Sêx Seîd' û 'Dersa Hilbijartinê ya Kurdî' ya Babacan
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê DEVA Partiyê Alî Babacan do li Diyarbekirê di civîna danasîna namzetên Partiya xwe de axivî.
Babacan li ser pirseke derbarê Şêx Seîd de jî got, "Karê siyasetmedaran ew e ku di derbarê bûyerên dirokê de welat polar bikin, ne ji hev veqetandin; berovajî vê yekê, divê welat bigihînin paşerojê.”
Babacan wiha dewam kir: "Bêguman her kes dikare li gorî hînkirin û têgihîştina xwe şîrove bike û fêm bike, lê bila di paşeroja welatê xwe de bi wan dersên hevpar ên ku ji rabirdûyê sitandine bibînin û xeletiyên berê dubare nekin."
Mijara perwerdeya bi zimanê dayikê Kurdî
Babacan li ser pirsa derbarê pirsgirêka tayînkirina mamosteyan û astengiyên di dersên bijarte yên Kurdî de ku ji sala 2012an ve li dibistanên navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê tên dayîn de nêrîna Partiya DEVAyê bersivand û wiha dewam kir:
“Li gorî me pirsgirêk kêmbûna mamosteyan e. Em bi zimanê aborî dibêjin, ger hûn bi têra xwe nikaribin mamosteyan tayîn bikin û bi têra xwe derfet neyên dayîn wê di qeydkirina dersan de kêmahî çêbibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin