Berteka CHP û HDPê li dijî mudaxeleya polîsan li ser "Dayîkên Semiyê"

26 August 2018 22:24 0 dîtin
Berteka CHP û HDPê li dijî mudaxeleya polîsan li ser "Dayîkên Semiyê"

PeyamaKurd - Li pey tundiypên polîsê Tirkiyê li dijî endamên koma nasyar bi Dayîkên Şemiyê li kombûna wan a hefsedî li Stenbûlê, Kemal Kiliçdaroglû, Serokê CHPê bi nîşana nerazîtiya li hemberî vî karî polîs got: Ev 700 hefte ne ku ev dayîk li dû gorên veşartî yên zaropkên xwe ne. Ma ji bo dayîkekê daxwazek biheqtir ji viya heye? Dayîk dibêjin herî kêm gorên wan peyda bikin, hestiyên wan peyda bikin da ku fatiheyekê ser gora wan bixwînin. Di dema serokwezîrtiya Erdoxan da bi wî ra hevdîtin pêk anîn, lê tu yek ji sozên dayî, cih nehatin. Çawa dikarin lin dijî van dayîkan tundiyê bikin û gaza îsotê bireşînin ser wan; Mirovan divê piçek wijdan, exlaq û îman hebe."

Her wiha Ozgûr Ozel, Serokê Fraksiyona CHPê jî wek berteka li hemberî vî karê polîs got: Kesên ku difikirin çavên van dayîkan dê ziha bibin û êrîşî ser van dayîkan ku bi salan e li dû zarokên xwe ne, dikin, dawioyê da dê herin nav zibildanka dîrokê.

Ayhan Bîlgen, Serokê Fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) li Parlimana Tirkiyê jî wek berteka li hemberî êrîşa polîsê Tirkiyê ser Dayîkên şemiyê got: Soza ku bo dayîka Berfo hatibû dayînê, hat jibîrkirin. Eva ku dewsa gotûbêjê bi gaza îsotê van dayîkan belav dikin, tam li gorî pêvajoya niha li Tikriyê ye.

Erkan Baş parlementerê HDPê jî got: Di 700 hefteyên dawî da çend desthilatên siyasî li Tirkiyê guherîne. Çend serokkomar, serokwezîr, wezîr  û wekîlên gel hatine û çûne. Heta navê wan jî ji bîr bûye. Lê em li vir in û dê li vir bimînin.