Bexda- Êrîsa bombeyî li nêzî xala kontrolê

10 September 2024 12:07 0 dîtin
Bexda- Êrîsa bombeyî li nêzî xala kontrolê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama teqîna bombeya ku li ser motorteksiya "Tuk Tûk" a li herêma El-Şula ya Bexdayê de hatibû bicihkirin, kuştî û birîndar hene.

Li gor zanyariyan, teqîn li Taxa Selamiyet a ser bi herêma El-Sule ya Bexdayê de pêk hat.

Hat diyarkirin ku di wê bûyerê de leşkerekî artêşa Iraqê û ajokarê motosîka “Tuk Tûk” jiyana xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne.

Hate gotin ku teqîn li nêzî xala kontrolê ya artêşa Iraqê rû daye, peyamnêrê me got, “Şofêrê Tûk Tûk bombeyek xistibû nav çenteyekê û radestî leşkerekî artêşa Iraqê kiribû; “Dema leşker çente vekir, bombe teqiya û leşker û ajokar jiyana xwe ji dest dan.” wî got.

Fermandarê Operasyonên Bexdayê Tevger Welîd Temîmî di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniya Iraqê de diyar kir ku bûyera ku li herêma Selamiyet a li bakurê Bexdayê qewimî ne karekî terorîstî ye, belkî ji ber pirsgirêkeke civakî bûye.